Li gel êrîşan jî gihaştine Meydana Taksîmê

Li gel qedexe û êrîşên desthilata AKP-MHP'ê jî karker û kedkar gihaştine Meydana Taksîmê.

Li gel qedexeyan jî ji çar aliyan ge çalakgeran xwestin ku biçine Meydana Taksîmê û 1'ê Gulanê pîroz bikin. Li ser vê bi sedan kes ji hêla polîsan ve hatin destgîrkirin. Komên li Mecîdiyekoyê li hel êrîş û astengiyan jî gihaştien Meydana Taksîmê. Li gel gelek êrîşan jî Hêzên Têkoşîna Yekbûyî li Elmadagê hatin cem hev, polîsan êrîş bire ser wan. Gel li şaneyîn û pencereyên xwe li dijî êrîşa polîsan helwest nîşan da.

Hêzên Têkoşîna Hevpar ên ku li Kolana Komarê ya Elmadagê hatin cem hev û Halkevlerî ji bo ku 1'ê Gulanê pîroz bikin ber bi Meydan Taksîmê ve meşiyan. Polîsan pêşiya girseyê girt. Li vir polîsan êrîş bire ser çalakgeran û çalakgeran jî êrîşa polîsan bi dirûşmeyan şermezar kir. Polîsan bi gazê êrîş bire ser çalakgeran û gelek kes destgîr kirin.