Li Fransayê operasyon; komele wê bên girtin!

Li Fransayê, piştî ku mamosteyê dîrokê Samûel Paty li naverastê bi serjêkirinê hate kuştin, serê sibehê li hemberî bi dehan kesî operasyon hate kirin.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanîn diyar kir ku serê sibehê li dijî kesên nêzî tevgerên Îslamî operasyon hatiye destpêkirin û wê rojên bê dewam bikin.

Biryara li ser vê operasyonê roja Yekşemê di civîna Desteya Parastinê de hate wergirtin. Di operasyonan de kesên ku pêwendiya wan bi lêpirsîna piştî kuştina Samûel Paty hate destpêkirin hebû, pêk hatiye. Darmanîn ji radyoya Europe 1 re axivî û diyar kir ku wê bi kêliyekê jî firsendê nedin dijminê komarê.

Darmanîn ragihand ku piştî kuştina Paty têkildarî zêdeyî 80 kesên ku li ser înternetê sûcê nefretê kirine lêpirsînê dest pê kiriye û gelek kes hatine destgîrkirin.

Darmanîn diyar kir ku tevî "Kolektîfa li dijî Îslamofobiye ya Fransayê (CCIF)" û "BarakaCîty" wê pêşniyar bike ku gelek komele bên girtin.

Wezîr ragihand ku wê mijarê bibe ber destê dadgeriyê.

Mamosteyê dîrok-cografyayê Samûel Paty roja Înê li naverastê ji aliyê Çeçenekî 18 salî ve serê wî hatibû jêkirin. Bi taybetî CCIF li dijî Paty fetwa dabû.

Roja Yekşemê bi deh hezaran kes li tevahiya welêt ji bo bîranîna Paty daketibûn kolanan.