Li Fransayê çalakiyan dest pê kir, rageşî zêde ye
Li Fransayê li dijî reforma malnişînbûnê bi çarçoweya greva plansaziya bi qasî 250 çalakiyên navendî hate kirin. Li gelek herêman çalakiyên sabotajê hate kirin, benqeyan deriyên xwe dirabe kirin.
Li Fransayê li dijî reforma malnişînbûnê bi çarçoweya greva plansaziya bi qasî 250 çalakiyên navendî hate kirin. Li gelek herêman çalakiyên sabotajê hate kirin, benqeyan deriyên xwe dirabe kirin.
Bi banga greva giştî ya sendîkayan welat felc bûye. Gihandiya rêya trênê (SNCF) 90 ji 100'î rawestiyaye, xetên metro yên Parîsê rawestiyan.
Perwerdehiya netewî, organên medyayê, polîs, peywirdarên kombûna gilêşê, rafînerî, rêyên hewayî, sektora enerjiyê, agirkuj û gelek sektor ketin grevê.
Heft rafîneriyên ku ji hêla hûtê petrolê yê Fransî TOTOL'ê ve têne rêvebirin hatin blokekirin. SNCF'ê ragihand ajokarên trênê 85,7 ji 100'î karê xwe rawestandin. Kûleya Eîffelê jî ji ber grevê hate girtin.
Li gelek bajaran çalakiyan dest pê kir. Bi deh hezaran kes derketin kuçeyan. Tê payin nav rojê bi sed hezaran kes li dijî reforma malnişînbûnê derkevin kuçeyan.
Li Parîsê ji bo trotînetên ku bi elektrîkê dixebitin neyên bikaranîn kesên nediyar kodên wan kirin rengekî ku xuya nekin. Ev jî, ji bo kesên ku dixwazin bi rêyên altarnatîf biçin û bên, ne baş bû.
Li herêma Domeyê xeta trêna bilez Parîs-Marsilyayê çalakiya sabotajê li TGV'ê kir. Ji ber sabotaja li şivên trênê, seferên trênê yên berdest rawestiyan. Rayedaran gotin ew ê lêpirsînê bidin destpêkirin.
BENQEYAN BARÎKAT LI BER XWE DANÎN
Li Parîsê rageşî zêde ye. Çalakger li hev kom dibin, hikûmetê dîsa komên anarşîst kirin hincet û tevdîrên bi ewlehiya jidiyayî stand. Li bajêr li ber gelek benqeyan eniyên xwe pêş bi texteyan girtin.
Partiyên çepgir jî destekê didin grevê. Partiya Komunîst, Partiya Sosyalîst, France Insoumîse û Keskan EELV diyar kirin ew ê tevlî çalakiyan bibin. Qutikzer ku ev ji salekê ye zêdetir e bandorê li Fransayê dikin, diyar kirin ku ew ê tevlî çalakiyan bibin.