Li Frankfûrtê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Bi deh hezaran kes beşdarî Newroza fînalê ya li Elmanyayê ku bi pêşengiya KON-MED'ê li Frankfûrtê bi dirûşma “Bi ruhê berxwedanê 50’emîn Newroza Rêbertiyê” hat pîrozkirin, bûn.

Newroza fînalê ya 2023'an a Elmanyayê ku ji aliyê KON-MED'ê ve bi dirûşma “Bi ruhê berxwedanê 50’emîn Newroza Rêbertiyê” hat lidarxistin û diyarî kesên di erdhejên navenda Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin, li bajarê Frankfûrt li navnîşana Rebstockpartê hat lidarxistin. Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ji eyalet û bajarên cuda yên Elmanyayê hatin, beşdarî pîrozbahiya Newroza fînalê bûn. Ji aliyê KON-MED û federasyonên girêdayî wê ve gel li 163 navendên Elmanyayê bi otubusan hatin qada Newrozê.

Çend fîrmayên otobus ku li eyaleta NRW’ê bi wan re li hev hat kirin, dev ji lihevkirinê berda. Kurdistaniyên dev ji çûyîna qada Newrozê bernedan, bi trenan çûn. Baranê pir lê kir lê dîsa xelkê terka qada Newrozê nekir. Piştî kêmkirina baranê Kurdistanî ku li qadê li hev civiyan, dirûşmeyên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ berz kirin û Newroz pîroz kir. Xelk, bi cilên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyê bû. Alên YPG, KCK û PKK’ê hatin hildan. Dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana Kobanê’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Bê Serok jiyan nabe’’ hatin berzkirin. Kurdistaniyan, qada Newrozê bi wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê û gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne, xemiland.

Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokên KON-MED’ê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever axivîn. Zumrut diyar kir ku ew vê Newrozê wek Newroza Rêbertiyê ya 50’yemîn pîroz dikin û got: ‘’Em dîlgirtin û tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl nakin.’’ Zumrut îşaret pê kir ku hemû pîrozbahî li ser esasê felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin û bi domdarî wiha axivî: ‘’Bi şiara ‘’Jin, jiyan, azadî’’ û felsefeya Rêber Apo, em li qadan e. Em ber bi şoreş û azadiya ku Rêber Apo afirandiye ve dimeşin. Ji hemû qadên Newrozê yên bajarên Kurdistanê, dengê ‘’Azadî ji bo Rêbertiyê’’ dihat.

Hevserok Sever ku bi pişt re axivî, got: ‘’Di Newrozê de gelê me hemû qad tije kirin û li Rêbertiya xwe bû xwedî.’’

Sever, her wiha bang li dewleta Elman jî kir û diyar kir ku Kurd li hemû qad û platforman ji bo azadiyê diqîrin û divê dewleta Elman ji çalakî û daxwaza ji bo azadiyê ya Kurdan re dengê xwe neke û heq bide Kurdan û bi wan re be.

Piştî axavtina Sever, guhdariya muzîkê hat kirin û Hevseroka FEDA’yê Demîr Çelîk ku li ser navê Platforma Baweriyên Mezopotamyayê axivî, ev gotin kirin: ‘’Îsal li her çar parçeyên Kurdistanê pir kes tev li pîrozbahiyên cejna Newrozê bûn û pîrozbahî xweş derbas bûn. Li hemû parçeyan dema azadiyê ye. Newroza sala 2023’yan wê bibe sala azadiyê. Wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Wê hemû xebatên me, ji bo pêkanîna azadiya gel û Rêbertiya me bin.’’

Çelîk, bi bîr xist ku îsal, sed salên Peymana Lozanê diqedin û wiha got: ‘’Sedsala çûyî, bi dagirkirina Kurdistanê û qirkirinê der bas kir. Li ser înkar û îmhakirina Kurdan, dewlet ava kir û dixwazin lê dewam bikin. Dixwazin me sedsaleke din jî dîl bihêlin. Eger em nexwazin sed salên din jî dîl bin, divê em Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re tevbigerin.’’

Bi pişt re peyamên girtiyên siyasî yên doza Azadiya Kurd ên li Elmanyayê hatin xwendin. Di pîrozbahiyê de ku bi guhdarîkirina li muzîkê dewam kir, peyamên KCK û KJK’ê hatin xwendin. Gava xwendina peyama KCK’ê, girseyê bêyî navber dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên derketin ser dikê û Newroz li gel pîroz kir.

Mistefa Ebdulah Siltanî ku li ser navê PJAK’ê axivî, got ku çalakiyên protestokirina qetilkirina Jîna Emîniyê veguherîne şoreşê. Siltanî, anî ziman ku Dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bûye bingeha felsefeya Apoyî û wiha got: ‘’Newroz, îsal bi ruhê ‘’Jin, jiyan, azadî’’yê tê pîrozkirin. Di serî de Rêber Apo, ez Newrozê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim.’’ 

Pîrozbahiya Newrozê bi stran û bernameyên cuda bi dawî bû.