Li Frankfûrtê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê destpê kir
Li Frankfûrtê greva birçîbûnê ya Kurdan û dostên wan a li dijî tecrîda li ser Ocalan û piştgirîdayîna Leyla Guven dest pê kir.
Li Frankfûrtê greva birçîbûnê ya Kurdan û dostên wan a li dijî tecrîda li ser Ocalan û piştgirîdayîna Leyla Guven dest pê kir.
Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna Parlamentera HDP’ê Leyla Guven didomin. Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrt û derdora wê dijîn greva birçîbûnê dan destpêkirin.
Greva birçîbûnê îro seat 12:30’an li Qada Haûptwache ya Frankfûrtê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Bi dehan Kurdistanî û dostên Wan ên li bajarê Frankfûrt, Gîssen, Maînz, Offenbach, Hanaû û Russelsheîmê dijîn beşdarî greva birçîbûnê bûn.
‘EM Ê TU CARAN QEBÛL NEKIN’
Çalakgerên greva birçîbûnê wiha gotin; “Bila tu kes hêza gelê Kurd ne ceribîne. Em ê tu caran tecrîda giran a li ser Rêber Apo qebûl nakin û em ê li dijî tecrîdê têbikoşin.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakî bidomin û banga piştgiriyê li hemû aliyên demokrasiyê hate kriin.
Çalakî wê heta 20’ê Kanûnê bi dorveger û guhertinê bidome.