Li Floransayê peymana NATO-Tirkiyeyê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Florensa yê Îtalyayê hatin cem hev, peymana NATO û Tirkiyê li ber konsolosxaneya Swêdê protesto kirin.

Li bajarê Florensa yê Îtalyayê, peymana NATO û Tirkiyê bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurd û dostên wan di saet 18.00’an de li ber konsolosxaneya Swêdê ya li Qada Via Bonifica hatin ba hev û peymana NATO-Tirkiyeyê ya beramberî tifaqa Swêd û Fînlandiyayê hat çêkirin, protesto kirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de bavê Lorenzo Orsetti ê ku keça wî di nava refên YPG'ê de şehîd bû Alessandro Orsetti axaftinek kir. Orsetti di axaftina xwe de diyar kir ku welatên demokratîk Swêd û Fînlandiya li hemberî NATO'yê serî li ber dîktatorê faşîst Erdogan tewandiye û got: "YPG û YPJ ne rêxistinên terorê  ye, YPG û YPJ rêxistineke adil e ku ji bo jiyaneke bi rûmet û rewa têdikoşe."

Rete Jin, FLC CGIL, teşkîlata Partiya Komunîst a Floransayê, komên Antîfaşîst û rêxistinên jinan ên femînîst piştgirî dan çalakiyê.