Li Eyn Îsa sivîlek hate revandin

Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsa sivîlek revand û bire baregeha leşkerî ya li navçeya Silokê.

Li gorî nûçeya ANHA'yê çavkaniyekî herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihandiye ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlek revandiye.

Navê welatiyê hatiye revandin, Îsamîl El-Salim e ku ji gundê El-Emayir koçberî bakurê Eyn Îsayê bûbû.

Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyan Îsmaîl El-Salim biriye baregeheke xwe ya li navçeya Silokê.

Dagirkeriya Tirk bi hincetên derew welatiyan û jinan ji herêmên dagirkirî direvîne û îşkenceyê li wan dike, li hemberî berdana wan jî, pere ji xizmên wan dixwaze.