Li Ewropayê Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan in

Çalakiyên Kurdan û dostên wan ên li Ewropayê bê navber berdewam dikin. Di çalakiyên li Fransa, Swîsre, Norweç, Danîmarka û Yewnanîstanê de dagirkeriya Tirkan û bêdengiya hukûmetên Rojava hate şermezar kirin.

FRANSA

Kurdistanî û dostên wan li paytext Parîs a Fransa, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê li pêşiya sefaretxaneya Fransa protesto kirin.Platforma Xwedîderketina li Efrînê ya Parîsê, ji bo xwedî derketîna li berxwedana Efrînê û bi boneya dewleta Fransa bêxin nava tevgerê li pêşiya sefaretxaneyê li hev kombûn.

Di çalakiyê de panqarta 'Efrîn li berxwe dide' hat vekirin, bi Flamayên YPG-YPJ’ê  dirûşmên 'Bijî berxwedana Efrînê', 'Her der Efrîne, her der berxwedane', 'Kujer Erdogan – hevkar Ewropa' hatin berz kirin û belavok hatin belav kirin.

Çalakî heya direngiya şevê dewam kir û  Hevserokê Konseya Demokratîk a Kurd ya Fransa Vedat Bîngol axivî û wiha got: “Bêdengmayîna welatên Ewropa li hemberî qetlîamên dewleta Tirk yên li Efrînê dike nayê pejirandin. Emê her roj her saet li qadan bin.” Bang li Kurd û dostên wan ên li Parîs û derdora wê dijîn kir, bi hêztir xwedî li berxwedana Efrînê derkevin.

NORWEÇ

Bi heman armancî li bajarê Stord yê Herêma Hordaland meşek hate lidarxsitin. Di meşê de belavok hate belavkirin û talan û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê hate şermezarkirin.

YEWNANÎSTAN

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê jî li pêşiya sefaretxaneya Rûs destûr nehat dayîn ku greva birçîbûNê were lidarxistin. Li ser vê  siyasetmedarê Kurd Lezgîn Varto  tevî destûra ji maqamên Yûnan hatî girtin destûrnedayina li pêşiya sefaretxaneya Rûs nerazîbûn nîşan da û wiha got; “Vê helwestê em şermerzar dikin, çalakiyên me wê li pêşiya parlamentoyê bidomin.” Girseya gel piştre li qada Syntagma kon veda.

SWÎSRE

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê xwendevanên Kurd û çepgir li Zanîngeha Lozanê têkildarî Efrînê broşur belav kirin. Di broşuran de qala komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê hate kirin.

DANİMARKA

Li Danîmarkayê jî li pêşiya NY û UNİCEF çalaliyên protestoyê hatin lidarxistin. Çalakî dibin pêşengtiya Meclîsa Jinan a Sevê ya Danîmarkayê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Danîmarkayê de bêdenghiya hêzên navnetewî û saziyan hate şermezarkirin. Di çalakiYê de dirûşmeya ‘Duh Sedam, îro Erdogan, Duh Helebce îro Efrîn’ û ‘Bi çekên NATO yê Kurd tên kuştin’ hate qîrin. Di dema çalakiyê de dosyayên têkildarî Efrînê radewstî NY û UNİCEF’ê hate  kirin.