Li Ewropayê dagirkirina Rojava hate şermezarkirin

Li dijî dagirkeriya Tirk li gelek welatên Ewropayê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de peyama piştevaniya bi Rojava re hate dayîn û daxwaza darizandina Erdogan hate kirin.

KOLN

Li Hans Bocker Platz a Kolnê bi hezaran kes li hev civiyan, hikûmeta Serokwezîr Angela Merkel û rejîma Erdogan protesto kirin. Di çalakiyê de peyamên piştevaniya bi Rojava û têkoşîna hevpar hate dayîn.

Komeke ciwan li avahiya beramberî mîtîngê pankarta li ser nivîsa “Ji bo piştevaniya bi Rojava re alîkariyê (bexş) bidin saziya Heyva Sor a Kurdisatanê” daliqandin.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û rexne li hikûmeta Merkel hate kirin. Qisekeran bang li hikûmeta Elman kirin ku firotina çekan a bi Tirkiyeyê re demildest rawestînin.

BERLÎN

Li bajarê Berlînê jî bi heman armancê mîtîngek hate lidarxistin. Tevî hewaya sar û baranê mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê NCDK’ê Erhan Firat di mîtîngê de axivî terora rejîma Erdogan a faşîst ku hemû Kurdan dike hedef şermezar kir.

Di çalakiyê de tevî Kurdan aktivîstên Elman ên dostên Kurdan beşdar bûn.

HEÎLBRONN

Li bajarê Elmanya Heîlbornnê meş hate lidarxistin. Gelek rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî meşê bûn.

Çalakger li parka Wertwîesen li hev civiyan alayên YPG, YPJ’ê û pankartên balkişandina li ser dagirkeriya Rojava hildan. Tevahiya meşê dirûşmeyên piştevaniya bi Rojava re hate berzikrin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh yê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk meşek hate lidarxistin. Aktivîstên Kurd û elman beşdarî meşê bûn û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Ji bo vekişîna leşkerên Tirk û rawestandina komkujiyan  banga ketina tevgerê li hikûmetên Rojavayî hate kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî piştevaniya şoreşgerî", "Bijî berxwedana Rojava", "Terorîst Erdogan" û "Jin Jiyan Azadî" hate berzkirin.

STÛTTGART

Bi pêşengiya Înîsyatîfên Defende Rojava û Riseup4 Roajva li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo Rojava meşiyan.

Çalakiya li Stûttgartê ya bi bangên Înîsyatîfên Defende Rojava û Riseup4 Roajva bi pêşeniya KON-MED'ê hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û dagirkeriya Tirk hate protestokirin. Çalakgeran bê navber dirûşmeyên "Bijî piştevaniya navnetewî", "Bêdeng nebe, nebe hevkar" û "Kujer Rdogan ji Rojava bicehime" berz kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi armanca şermezarkirian dagirkeriya Tirk û piştevaniya bi Rojava re meşek hate lidarxistin.

Meş  li qada Canabîere destpê kir û heta qada Vîeûx Portê dom kir. Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û pankartên qetilkirina zarokên di êrîşa hewayî de hatine kuştin hate hildan.

Li qada Vîeûx Portê meş veguherî mîtîngê. Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir û belavok hate belavkirin. Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.

ATÎNA

Li Yewnanistanê ber bi sefaretxaneya dewleta Tirk a Atînayê ve meşek hate lidarxistin. Li ser banga Navenda Çanda Kurdistan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li qada Akademîayê bi sedan kes li hev civiyan. Tevahiya meşê belavokên bi zimanê Yewnanî hatin belavkirin, welatiyên derdor jî bi çepik û pîtikan piştgirî da meşê.

Gel li pêşiya sefaretxaneya dewleta Tirk a Atînayê dirûşmeya “Faşîst Erdogan’ berz kirin.

Li qadê li ser navê Navenda Çanda Kurdistan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û komên çepgir axaftin hate kirin.

Di axaftinan de dagirkeriya Tirk hate şermezar irin û piştevaniya bi Rojava re hate diyarkirin. Di çalakiyê de daxwaz hate kirin ku Serokkomarê Tirk Erdogan ji sûcên kirine were darizandin.

VIYANA

Li bajarê Viyana yê Ewûstalyayê jî bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirk mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê hate daîn û peyamên piştevaniya bi Rojava re hate dayîn.