Li Ermenistanê şehîd hatin bibîranîn

Li Ermenistanê şehîdên Parîs û Silopiyayê hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin "Em ê bi têkoşîn û rêxistina xwe hesab ji kujeran bipirsin."

Li Ermenistanê bi civîneke gel şehîdên Komkujiya Parîs û Silopiyayê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û Mîr Perwer hatin bibîranîn.

Di civînê de endama Yekîtiya Jinên Azad Seyran Celad, Dayê Çîle, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û Wekîla Kinyaz Hesenov axivîn û gotin, "Eger komkujiya yekem a Parîsê bihata ronîkirin, komkujiya duyemîn çênedibû nedibû. Eger ev ronî nebin, nexwe wê Fransa jî bibe şirîkê sûcê dewleta Tirk.”

Di axaftinan de hate gotin "Bi taybetî jinên Kurd ên pêşeng dibin hedef. Em ê ti carî serî li ber komkujî û zextan netewînin. Em ê bi têkoşîn û rêxistina xwe hesab ji kujeran bipirsin."