Li Ereglî 40 girtiyên di greva birçîbûnê de di hucreyên yek kesî de tên ragirtin

Girtiyên nexweş ên li dijî şert û mercên tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî 38 roj in di greva birçîbûnê de ne, di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê 40 girtî ji 4’ê Cotmehê û vir ve li dijî binpêkirinên mafan ên zêde bûne di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Girtiyê ji Rojhilatê Kurdistanê Yakûp Brûkanli, ji bo şermezarkirina şert û mercên giran ên tecrîdê, di 28'ê Cotmehê de bedena xwe dabû ber agir.

Daxwazên girtiyan hê jî nehatine bersivandin. Berovajî 2 hefte berê hatibû ragihandin ku girtî xistine hucreyên yek kesî.

Girtiyê bi navê Mehmet Işiktaş di hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re diyar kir ku ji 11'ê Tebaxê û vir ve di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.

Işiktaş wiha got: "Rayedarên girtîgehê bersivê nadin ti daxwazên me, li dijî vê yekê em ê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bidomînin û ji bo daxwazên me bi cih bên em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Girtiyên nexweş jî daxwaza hevdîtinê bi rayedarên girtîgehê kirin, lê 2 hefte ne, ti bersiv negirtine. Ger di nava hefteya pêş de jî daxwazên wan ên hevdîtinê qebûl nekin, em ê greva birçîbûnê ya bidem û bi dorveger veguherînin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.”