Li Enqereyê 7 kes hatin desgîrkirin

Li Enqereyê polîsên Tirk avêtin ser malên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF)’ê û 7 kes destgîrkirin.

Di çerçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hat destpêkirin de polîsan avêtin ser gelek deveran.

Di serdegirtinan de endamên Komîteya Rêveberiya Navendî ya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Hîvda Selen, Berivan Kaylu, Yaprak Delfîn Turgan, Mert Orhan Omerbeyoglu, Dîlan Mollaahmetoglu, Berfîn Babaoglu û Lokman Sekvan Ozgan hatin destgîrkirin.

Hincetên desgîrkirinan nehat ragihandin. Di serdegirtinan de hin tişt hatin desteserkirin, malan talan kirin.

Hat diyarkirin ku hejmara destîgkirinan dibe ku zêde bibe.