Li Enqerê kesek hat desgîrkirin

Li Enqerê ji 6 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin Fatma Bîlge hat girtin û 5 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

18’ê Tebaxê li Enqerê 6 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin piştî sazûkarên dozgeriyê ew sewqî mehkemê hatin kirin. Dozgeriyê piştî wergirtina îfadeyan Devrîm Temel û Şehrîban Başak bi şertê kontrola edlî serbest berda û bi daxwaza girtinê her 4 kesên din sewqê Dadweriya Cezayê ya Sûlhê ya nobedar kir.

Di mehkemê de piştî wergirtina îfadeyan, parvekirinên xebatkara Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Bîlge yên li ser medya dîjîtal weke hêcet nîşan da û bi tawanbariya “propaganda rêxistinê dike” girtin, xebatkara Navenda HDP’ê Ece Şîmşek, Ahmet Ozkaya û Mehmet Duymaz ê bi gotinên “Hard kapîtalîzm” tê naskirin bi şertê kontrola edlî serbest berdan.