Li Enqerê êrîşa nijadperestî li malbatek Kurd hat kirin

Li navçeya Elmadagê li hemberî malbateke Kurd êrîşeke nîjadpeest pêk hat. Jina bi navê Z.D û 5 zarokên wê ji taxê hatin derxistin.

Êrîşeke din li ser êrîşên nijadperest ên li hemberî Kurdan zêde bû.

Li Kuçeya Derya ya Taxa Îsmetpaşa ya navçeya Elmadag a Enqereyê, li hemberî malbateke Kurd êrîşeke nîjadperest pêk hat. Duh bi şev saet di derdora 10:30’an de cîranên Z.D (38) ku ji Gever a Colemêrgê ye, dijûn jê re gotin. Z.D'yê anî ziman ku cîranên wan ji wan re gotine "Kurdên heram", "terorîst" û hewl dane êrîşî wan bikin. Z.D’yê got: "Ez û 5 zarokên xwe 2 sal in li vir dixebitin. Ev çend hefte ye dijûna ji me re didin. Apartimana kêlekê jî ji bo em biçin, îmze berhev kirine."

 Z.D ku wê û hevjînê xwe dev ji hevdu berdaye û tevî 5 zarokên xwe dimîne, anî ziman ku karê paqijiya nav malan dike û 15 roj in li malekê digere. Z.D’yê wiha axaftina xwe domand: "Duh li cem zarokên min gotin 'em Kurdan naxwazin' û hewldan êrîş bikin. Piştî heqaretê me gazî polîsan kir. Li cem polîsan jî hewl dan êrîş bikin. Gava polîs bi wan girtibûn, yek ji wan hat heya ber deriyê me û hewl da êrîş bike. Kurê min jî bi wê tirsê rahişt kêrê. Paşê polîsan gef li kurê min xwar. Polîs got, 'Em li vir in û te rahiştiye kêrê, me dikaribû bera te bidana.'"

 Malbat piştî êrîşî mala xwe bar kir çû Hasanoglanê.

 Di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Altindag a Enqereyê jî li hemberî malbeteke Kurd êrîşeke nîjadperest çêbibû û di êrîşê de 4 kes birîndar bûbûn. Di 21'ê Tîrmehê de jî li Konyayê Hakîm Dal ê ji Amedê jî hatibû kuştin.