Li Enqerê 30 faşîstan êrîşî 3 ciwanên Kurd kirin -NÛ BÛ

Komek faşîst li ber avahiya Zanîngeha Enqerê êrîşî 3 ciwanên Kurd kirin.

Komek ji nijadperestan li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bi kêr û satoran êriş bir ser 3 ciwanên Kurd. Yek ji êrişkaran Îsa Kok e.

Faşîstan rê li pêşiya 3 ciwanên Kurd ên li ber Zanîngeha Enqerê re derbas dibûn girtin û ciwanê bi navê K.Y bi kêrê birîndar kirin.

Ciwanê bi navê K.Y ê bi kêrê birîndar bû rakirina nexweşxaneyê. Hate zanîn ku birîna K.Y kêlî hatine danîn û herdu ciwanên din jî bi sivikî birîndar bûne. Polîsên hatin cihê bûyerê koma faşîst û ciwanê Kurd ê birîndar bûne D.U û M. U birin Midûryeta Polîan a Cebecî Şehît Bîrol Oztekî. Li vir îfade hatin girtin û lê tu kes nehatin destgîrkirin. Piştî îfadeyê polîsan bi hinceta “Bila bûyer çênebe“ koma faşîst birin Midûryeta Polîsan a Esat.

Ciwanên Kurd ên rastî êrîşê hatin li Midûryeta Polîsan a Cebecî Şehît Bîrol Oztekî tên girtin.