Li Elmanyayê wê zextên li ser Kurdan bêne şermezarkirin
KON-MED û FCK-BW-BAYERN'ê girtina Kurdan li Elmanyayê şermezar kirin û ji bo çalakiyên şermezarkirinê yên li bajarên Stûttgart û Heîlbronnê banga tevlîbûnê kirin.
KON-MED û FCK-BW-BAYERN'ê girtina Kurdan li Elmanyayê şermezar kirin û ji bo çalakiyên şermezarkirinê yên li bajarên Stûttgart û Heîlbronnê banga tevlîbûnê kirin.
Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) û Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK-BW-BAYERN) bang li Elmanyayê kir ku aktîvîstên Kurd ên girtine, berde.
Di daxuyaniyê de işaret bi serdegirtina malên rêveberên Mala Kurd a Medya, NCDK û Komeleya Çanda Kurd a Nurnbergê hate kirin û wiha hate gotin; "7'ê Gulanê li Nurnbergê polîsên Elman avêtin ser mala Makbûle K. û mêvanê li malê Mîrza B. destgîr kirin, piştre jî girtin. Li gorî agahiyan, di dema serdegirtinê de ji ber helwesta tund a polÎsan Makbûle K. nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Rewşa Makbûle K. a ku hîn tê dermankirin, giran e û destûr nayê dayin ku kesî bibîne. Polîsên Elman bi heman rêbazî 11'ê Gulana 2021'ê li bajarê Heîlbronn û Esslîngenê di operasyonan de bi helwesteke ne kêmî ya polîsên Tirk hunermendê Kurd Mazlûm D. û Abdullah O. destgîr kirin ku ev yek nayê qebûlkirin."
'DIŞIBE DEWLETA TIRK'
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta Elman bi peymanên ji bo qezencê, dixwaze Kurdan bike qurban û bang li hikumeta Elmanyayê hate kirin ku dest ji polîtîkayên xwe yên zordar ên li dijî Kurdan berde. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Karê herî rast ê ku dewleta Elman bike ew e ku di pirsgirêka Kurd de bi însiyatîf tevbigere, ji bo rêyên diyalogê siyasetê bike û çareseriyê biafirîne. Bendewariya bingehîn a Kurdan ji hikumeta Elman bi vî rengî ye."
Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên îro yên li Stûttgart û Heîlbronnê banga tevlîbûnê hate kirin.
Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:
"Stûttgart, Schlossplatz (Qada Kobanê), Saet: 17:00
Heîlbronn, Kîlîansplatz, Saet: 17:00."