Li Elmanyayê rastgiriya radîkal di ankêtan de SPD derbas kir

Di ankêteke de ya li Elmanyayê piştgiriya ji bo partiya rastgiriya radîkal AfD hevparê koalîsyonê SPD li paş xwe hişt.

Piştî çalakiyên proteskirina li dijî biyaniyan a li bajarê Chemnitz ê rojhilatê welêt, li gorî ankêteke ji hêla Insa’yê ve hatî çêkirin, dengên partiya alternatîf a Elmanyayê (AfD), ji yên partiya Demokratên  Sosyal SPD’êderbasî kir.

Ji sedî 17’an kesên tevlî ankêtê bûyî diyar kirine ku wê dengê xwe bidin AfD’ê. Kesên diyar kirî ku wê dengê xwe bidin hevparê koalîsyonê SPD’ê ji sedî 16’an de ma. Li aliyê dîtir dengê mihafazakaran jî ji sedî 28.5’an de ma.

Li rojhilatê Elmanyayê piştî kuştina Alman Daniel H. Yê 35 salî, li bajarê Chemnitz ku weke kelha tevgera li dijî penaberan Pediga û patiya neo-nazî AfD’ê zanîn çalakiyên li dijî penaberan hatibûn lidarxistin. Roja şemiyê jî 6 hezar kesên aligirên AfD û Pegida derketibûn kolanan.