Li Elmanya û Avûstûryayê grevên birçîbûnê didomin

Grevên birçîbûnê didomin yên ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya û Avûstûryayê hatibûn destpêkirin.

VIYANA

Çalakgerên greva birçîbûnê yên li payxtexta Avûstûrya Viyanayê çelenga reş danîn li pêşiya sefaretxaneya Tirk. Çalakger piştre derbasî konê çalakiyê ya li Heldenplatz a li qada Azadî ya li pêşiya Serokwezîtiyê û çalakî domandin.

Çalakgeran grevên birçîbûnê belavok belav kirin û banga beşdarbûna çalakiya protestoyê ya roja Sêşemê kirin. Di çalakiyê de wê tecrîda li dijî Ocalan û pêşnûme qanûna qedexekirina sembolan a pêşkêşî parlamentoya Viyanayê hatî kirin, werin protestokirin. Çalakiya protestoyê wê di navbera saet 08:00 û 11:00’an de were kirin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Nûrcan Guleryuz banga beşdarbûna çalakiyê li Kurdistanî û aliyên demokrastiyê kir.

STÛTTGART

Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Stûttgartê jî di roja 5’an de didome. Îro koma 6 kesî ya ji Heîlbronê hatî çalakî dewr girt. Çalakiya greva birçîbûnê bi roj li konê ku li Marstallstrabe hatî vedan dewam dike û şevê jî li Navenda Civaka Demokratîk didome. Greva birçîbûnê wê heta 21’ê Kanûnê bi komên 2, 3 kesî bidome.

HAMBÛRG

Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Hambûrgê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiridayîna çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven didome.

Komên ku ji Lubeck, Bremen û Oldenbûrgê hatîn jî beşdarî çalakiyê bûn. Greva birçîbûnê li NCDK’ê ji aliyê zêdetirî 20 kesan ve didome û serdanên ji bo çalakiyê jî didomin. Parlamentera Partiya Çepgir Canzû Ozdemîr, Nûnerê KNK’ê Serhat Çetînkaya, li ser navê ATÎK a Hambûrgê heyetek, Şampiyonê Boksê Îsmaîl Ozer û parlamenterên berê serdana çalakgeran kirin.

Hevserokê KCD-E Yuksel Koç jî serdana çalakgeran kir û wiha got;

“Eger em tecrîdê neşkênin, wê faşîzm bi ser bikeve. Şer û hilweşînên li Kurdistanê tê kirin bi tecrîdê ve girêdayî ye. Tecrîd ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî kesên sosyalîst, mûxalîf û rewşenbîran jî tê kirin. Dewleta AKP’ê hebûna xwe di tunebûna Kurdan de dibîne.”

Koç nerazîbûn nîşanî biryara DYA’yê da ya li dijî rêveberên PKK’ê da.