Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser encamên berxwedana îro ya Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. QSD'ê diyar kir, di berxwedana îro de 30 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate rûxandin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"1- Artêşa Tirk a dagirker êrîşî girê Qestel Cîndo yê li navçeya Şera kir. Piştî ku şervanên QSD'ê bersiv dan, artêşa Tirk a dagirker vekişiya. Şer dewam dike.
2- Şerê li gundê Hemamê yê Cindirêsê didome.
3- Artêşa Tirk a dagirker êrîşeke berfireh bir ser gundê Amara yê navçeya Mabata. Şervanên QSD'ê bersiv dan û li ser vê yekê çeteyên Tirk xwe vekişandin. Li gundê Amara di şer de 24 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Şer dewam dike.
4- Li gundê Kurdo yê navçeya Racoyê, şervanên QSD'ê operasyoneke taybet li dar xistin. Wesayiteke leşkerî leşkerî hate rûxandin û 6 leşkerên Tirk hatin kuştin."