Li Efrînê du mal kirin baregehên leşkerî û navenda êşkencê

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê gundên Balfûrê û Metîna kirin baregehên leşkerî û her wiha li gundê ziyaretê jî ciwanek revandin.

Li groî nûçeya ANHA'yê ku xwe spartiye ser kanên herêmê avaniya 'Polîsên Leşkerî'' ku dewleta Tirk li Efrîna dagirkerî ava kiriye, serê meha Tebaxê li navçeya Şêrewa li gundê Ziyaretê ciwanek revandin Ezazê. Bi aqûbeya ciwan nayê zanîn.

Hate ragihandin li gundê Baflûrê jî bi fermana îstîxbarata Tirk dest li ser mala Ehmed Emûnê danîne û mala wî kirine baregeha leşkerî.

Avaniya çete Ehmed Emûnê ji mala wî qewirandine, her devera mala wî bi blokên betonan dorpêç kiriye û alaya Tirk daleqandin.

Her wiha gundekî di navbeyna navçeya Şêrewa û Metîna de jî kirine baregeha leşkerî û teslîmî koma çete ya bi navê Sultan Murat kirin. Hate diyarkirin ku ev mal a gundiyê bi navê Hec Menan e.

Tê gotin ev mal kirine girtîgeha herî xirab a herêmê û kesên ku têne revandin li vir êşkence li wan tê kirin û wan ji vir dibin Tirkiyê.