Li Efrînê bi dehan dagirker û talankerên Tirk hatin kuştin -NÛ BÛ

40 talankerên li navenda bajarê Efrînê ketin nava mal û dikanan û dest bi dizî û talanê kirin, hatin kuştin. Çavkaniyên YPG'ê ragihandin ku 50 çete hatine kuştin.

Hêzên dagirker ên Tirk ku duh ketin nava bajarê Efrînê li malan û dikanan dest bi dizî û talanê kirin.

Dema ku leşker û çeteyên Tirk (DAÎŞ-OSO) avahiyek talan dikirin, teqînekê rû da. Çavkaniyên Tirkan gotin di teqînê de 11 kes mirine. Lê belê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda xwe li Londonê ye ragihand, di roja yekemîn a dagirkirina navenda Efrînê de 40 talanker hatine kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir, talana li nava bajêr dewam dike.

Li gorî agahiyên ji aliyê çavkaniyên YPG'ê ve hatin ragihandin, herî kêm 50 çete hatine kuştin.

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) jî ragihandibû ku hêzên Tirk ên dagirker li navenda bajarê Efrînê li malên sivîlan û avahiyên saziyan dest bi talanê kirine.