Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Kantona Efrînê û herêma Şehbayê di roja çaran de ye. Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên Tirk ên dagirker de li gelek deveran şerekî dijwar diqewime.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gundê Karabab, Qestelcîndo û Qorne yên Efrînê û gundê Til Ciblirin ê Şehbayê di şer de 53 leşker û çeteyên Tirk ahtin kuştin. 38 çete jî birîndar bûn.
Çavkaniyên QSD'ê diyar kirin ku berevajî nûçeyên medya şerê taybet a Tirk hêzên Tirk bi pêş ve neçûne û li her cihê êrîş dikin tên şikandin.