Li Edeneyê operasyona qirkirina siyasî: Gelek kes hatin destgîrkirin

Li Edeneyê, di operasyona qirkirina siyasî de polîsên Tirk avêtin ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevş û gelek malan. Di serdegirtinan de Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ku li hemberî Komeleya Çand û Hunerê ya Binevş ve meşand, têkildarî 38 kesan biryara girtinê da. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan avêtin ser navenda Çandê ya Binevş û hin navnîşanên li Edene û Amedê. Di dema serdegirtinan de polîsan deriyên malan şikandin û heqaret kirin.

Hevserokên HDP'ê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Mehmet Karakiş, Hevberdevkên Herêma Çûkûrovayê yên DBP'ê Şîlan Tûrga û Enver Guler, Alîkara Şaredara Seyhanê Fûnda Bûyrûk û Mehmet Saît Dîkmen, Abdûrrahman Oral, Hayrettîn Oz, Sever Ûzûn, Mehmet Sarûhan û Mahsûn Ûzûn jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Dema ku li Komeleya Çand û Hunerê ya Binevş lêgerînê dewam dikir, li odeya şaredariyê ya Alîkara Şaredarê Seyhanê Fûnda Bûyrûk jî lêgerîn hate kirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê.

Hate ragihandin ku polîsan li mala Mehmet Saît Dîkmen êşkence li kesên li malê kirin. Li gorî agahiyan di dema serdegirtinê de polîsên Tirk jinek li malê birine odeyekê û zext lê kirine ku xwe tazî bike û bi vî rengî lêgerînê bikin.