Li Edeneyê 2 kes hatin girtin

Li Edeneyê beriya bi 4 rojan 9 kes hatibûn binçavkirin. 2 kes  ji ber axaftinên bi telefonê  hatin girtin.

Li Edeneyê 9’ê Çile bi ser malan de girtibûn, ji 9 kesên ku hatibûn binçavkirin 2 kes heman rojê hatibûn berdan, 7 kesên dî piştî xebatên li emniyetê qediyan birin edliyê. 7 kesên ku îfadeya wan hate standin, ji ber axaftinên bi telefonê bi îdîaya ku ‘endamên rêxistinê’ ne şandin dadgehê.

Dadgehê 5 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan, Şîrîn T. Û Fesîh E. ji ber ku bi telefonê axivî ne û bi îdîaya ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin.