Li Edene mîtînga 1’ê Îlonê

Parlementera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari a di mîtîna Amedê de axivî, anî ziman ku şer li girtîgehan jî heye û got: “Tirkiye pirsa Kurd çareser neke, aştî nayê vî welatî.”

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edenê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, Mîtînga Aştiyê li dar xistin. Mîtîng li Qada Ûgûr Mûmcû pêk hat. Hevparên Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edenê, parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, Parlamenterên CHP’ê Muzeyyen Şevkîn, Orhan Sumer û gelek welatî beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtînga ku bi şîara “Li herêmê aştî, li welat demokrasî, maf, azadî û aştî” hat lidarxistin de, pankartên “Ji şer re na, aştî niha” û “Ji şerê emparyalîst re an” bi qadê ve hatin kirin. Berî mîtîng dest pê bike, li qadê her tim dirûşmên “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berz kirin.  

Mîtîng bi deqeyek rêzigrtina ji bo şehîdên demokrasiyê destpê kir. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edenê Yakûp Ataş axatina vekirinê ya mîtîngê kir. Ataş diyar kir ku divê li dijî şer, mirin û xizantiyê, aştî, jiyan û demokrasî bê parastin û got: “Divê em bi hev re li dijî wan kesên ku li Rojhilata Navîn xwînê dirijînin û mirovahiyê dixin nav lehiya şer, bi hev re têbikoşin. Pêwîstî heye ku em bi hemî cudahiyên xwe, mil bi mil bisekinin û ji şer re bêjin na û bi hev re aştiyê pêk bînin. Aştî wê bi têkoşîna çîna karker û gelên bindest a li dijî emperyalîzm û berteka kapîtalîst pêk bê.”

Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, bi gotina Nivîskar Yaşar Kemal “Ger çiya, mirov û mirin jî westiya bin, helbesta herî xweş aştî ye” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ger li Tirkiyê, pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê şatî were vî welatî. Heya ku aştî were vê xakê û pirsgirêka Kurd çareser bibe, emê têkoşîna xwe dewam bikin. Şerê cîhanê du caran hat jiyîn. Niha jî li ber serê me Sûriyê şer dewam dike. Li Iraqê jî, bi operasyonên der sînor şer dewam dike.  Gelên feqîr li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên provakatîf tên kuştin. Êdî em li welatê xwe, li Rojhilata Navîn û li cîhanê aştiyê dixwazin.”

Hatimogûllari anî ziman ku îro di girtîgehan de jî şer dewam dike û wiha bi dawî kir: “Binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de kûrtir bûne. Li dijî şerê heyî, girtî di greva birçîbûnê de ne. Em vê têkoşîna wan silav dikin.” 

Piştre Parlamentera CHP’ê ya Edenê Muzeyyen Şevkîn jî, axivî û ji her kesî re daxwaza şatiyê kir.

Piştre kesên beşdarî mitîngê bûn, li ber stranên Hunermend Kadir Çat guvend gerandin.

Herî dawî jî, mîtîng bi avêtina tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.