Şehîdên meha Gulanê li Edenê hatin bîranîn

Bi pêşengiya BMG’ê li Edenê ji bo bîranîna Şehîdên meha Gulanê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Guler ê DBP’yî di merasîmê de axivî û got ku şehîdên meha Gulanê nemir bûne, navê bîr û bweriya ji bo pêşeroja azad û girêdana wan a ji bo şoreşê ne.

Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Şehîdên meha Gulanê bibîr anî. Bîranîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Seyhanê hat lidarxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyê, Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) û gelek kes tevlê bîranînê bûn. Li cihê bîranînê pankarta bi Kurdî û Tirkî li ser “Şervanên şoreşê nemirin” hatibû nivîsandin hat daliqandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Çûkûroavayê Enver Guler axivî. Guler diyar kir ku tovên destpêkê yên tevgera şorşeger a Tirkiye-Kurdistanê ji aliyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya ve hatine reşandin.

Guler destnîşan kir ku faşîzmê rêberên welatparêz qetil kirine, lê nikaribûye fikir û têkoşîna wan bikuje û got, “Şopdarên şorşegeran xwedî li mîrateya wan derketin û ew anîne roja îro.” Guler bibîr xist ku 49 sal derbas bûne, lê hê jî dijminatiya faşîzmê ya li hemberî Kaypakkaya didome û ragihand: “Faşîzm êrîşê dibe ser xeta berxwedanê ya şoreşger. Bila faşîzm bitirse.”

Guler anî ziman ku Çaran li Zindana Amedê li dijî teslîmiyetê bûne sembola wêrekiyê û got: “Êrîş birin ser stranên azadiyê û berxwedana neteweyekê. Alaya wan a berxwedanê û stranên wan niha li ser zimanê gelê Kurd û di dilê bi milyonan de dijî. Di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya û Çaran de, rêberên şorşeger ên di meha Gulanê de nemir bûne, navê bîr û bweriya me ya ji bo pêşeroja azad û girêdana me ya ji bo şoreşê ne.”

Piştî axaftina Guler sînevîzyona ku behsa têkoşîna şehîdên şoreşê dike hat nîşandan.

Piştî sînevîzyonê helbest hatin xwendin û Koma Pel jî çend stran gotin.