Li Dutaxê 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya destgîrkirî ye

Li Dutaxê ya Agiriyê 2 gundî hatin girtin, hevjîna Kaya yê ku hêzên dewletê ew kuştibûn, hê jî destgîrkirî ye.

Li navçeya Dutax a Agiriyê  6'ê Kanûnê  leşkerên Tirk bi ser gundê  Mûşiyan de girt, Murat Kaya, bavê 3 zarokan kuştin. 10 gundî jî hatibûn destgîrkirin. Ji 10 kesên ku hatibûn destgîrkirin Cemal Aksoy û Fikret Çetin hatin girtin. Hevjîna Kaya Zozan Kaya hê jî destgîrkirî ye. 

Dema ku leşkerên Tirk bi ser gund de girtibûn Ahmet Aksoy jî bi êşkenceyê birîndar kiribûn.
 
Dema ku bi ser gund de girtibûn Hanım Aksoy, Alican Aksoy, Kemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Cemal Aksoy, Fikret Çetin û Mehmet Siddik Çetin ên destgîrkirî, duh birin dozgeriya Tİrk. Hanım Aksoy, Cemal Aksoy, Ahmet Aksoy û Fikret Çetin, li dozgeriyê hatin berdan. Ahmet û Hanım Aksoy jî li dadgeha nobedar serbest hatin berdan. Cemal Aksoy û Fikret Çetîn jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Panosê ya Agiriyê.
 
Hevjîna Murat Kaya Zozan Kaya û Bîrgul Çetîn jî destgîrkirî ne. Tê payîn ku wan jî bibin dozgeriyê.