Li du bajaran terora dewletê: Gelek HDP'î hatin destgîrkirin

Polîsên Tirk li Stenbol û Kocaeliyê serê sibehê avêtin ser gelek malan û gelek HDP'î destgîr kirin.

Destgîrkirina HDP'iyan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de hate kirin.

Polîsan serê sibehê avêtin ser malên rêveberên bajar û navçeyên Kocaeliyê yên HDP'ê.

Di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Daricayê Erkan Şik, Hevserokê Navçeya Dîlovasi Kadîr Demîr, Hevserokê Navçeya Gebzeyê Menderes Yildiz, rêveberê bajêr Denîz Atalay, Kadîr Daşdemîr, endamê Meclîsa Şaredariya Daricayê Erol Ada, endamên partiyê Arîf Demîrkaya û Seyyat Kaya hatin destgîrkirin.

Li Stenbolê jî di çarçoveya heman lêpirsînê de avêtin ser malan. Li Kartal, Tûzla û Sûltanbeyliyê Şehmûz Işik, Denîz Serhat Cîhan Kavçîn hatin destgîrkirin.