Li Drancyê çalakiya Hefteya Lehengiyê

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê bi boneya 21-28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê çalakî hat lidarxistin.

Çalakiya ku li NCDK a Drancyê hat lidarxistin, bi dehan Kurdistanî tevlî bûn. Beriya destpêkirina çalakiyê di şexsê Mazlûm Dogan de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê ji aliyê Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê Kurd 21-28’ê Adarê weke “Hefteya Lehengiyê” pêşwazî dikin. Ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe ya 21’ê Adarê re pêvajoyekî nû da destpêkirin û Fermandarê efsaneyî Mahsûm Korkmaz (Egîd) di 28’ê Adarê de şehîd bû. Ev her du dîrok weke gelek dîrokên din ên têkoşîna azadiyê de pir girîng in. Ji ber vê yekê PKK di Kongereya xwe ya 3’emîn de (1986) biryar da ku dîrokên 21-28’ê Adarê weke “Hefteya Lehengiyê” were pêşwazîkirin. Em di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de bejna xwe li ser hember şehîdên xwe ditewînin û soz didin ku em ê bibin şopdarê xeta şehîdên xwe. “

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî PKK” bi dawî bû.