Li Drancyê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk vedibe
Buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk wê sibê (26’ê Adarê) bi merasîmekê li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê were vekirin.
Buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk wê sibê (26’ê Adarê) bi merasîmekê li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê were vekirin.
Merasîma vekirinê ku wê sibê saet 14:00’an de dest pê bibe, hemû kesên li Parîsê û derdora wê hatin vexwendin.
Buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk wê bibe navenda ku endam û alîgirên partiyê ku li Parîsê û derdorê wê dijîn wê ji bo kampanyaya hilbijartinê werin ba hev.
Navnîşana ji bo xwe gihandina buroya hilbijartinê wiha ye:
90 Avenue Henri Barbusse, 93700 Drancy
Saeta destpêkirina merasîma vekirinê: 14:00