Li Diyalayê êrişeke din pêk hat: 7 kes mirin

Piştî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya şeva 26'ê Cotmehê li herêma Diyala ya Iraqê kesên nenas êriş birin ser gundekî û 7 kes kuştin.

Êriş li ser gundê Nehîr El Îmam hate kirin ku cîranê wî gundî ye ku DAÎŞ'ê doh bi şev êriş biribû ser. Di êrişê de 7 kes mirin.

Li gorî nûçeya El Sûmeriya Newsê, êriş ji aliyê malbatên kesên di êrişa DAÎŞ'ê de hatin kuştin, hate kirin. Di encama êrişê de hin malên li gund hatin şewitandin.

Şeva 26'ê Cotmehê li navçeya El Mikdadiye ya wîlayeta Diyalayê çeteyên DAÎŞ'ê êriş biribûn ser gundê El Reşad û di encamê de 12 kes kuştibûn.