Li dijî tundiya li jinê ya li Swêdê daxwaza tedbîran hate kirin

Li Swêdê tundiya li jinê zêde bû û di nava sê hefteyên dawî de pênc jin hatin qetilkirin. Siyasetmedar û rêxistinên jinan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û ji bo rawestandina tundiya li jinê daxwaza tedbîran kirin.

Lîdera Partiya Navendî Annie Lööf xwest, li dijî kuştina jinan a ji aliyê mêrên nêzî wan ve tedbîrên xurt bên girtin. Wezareta Edaletê jî ragihand ku ji bo pêşîgirtina li tundiyê ew amadekariya tedbîrên nû dikin.

Lööf bi bîr xist ku hefteya dawî li bajarê Linköpingê li stasyona trenê jinek hate kuştin, li taxa Nacka ya Stockholmê cesedê jinekê hate dîtin û herî dawî jî roja Şemiyê li bajarê Elvestayê jinek li naverastê ji aliyê mêrekî ve hate qetilkirin.

Lööf pirsa "Ka dengê civakê?" pirsî û ji siyasetmedaran û hikumetê xwest, ku ji bo pêşîgirtina li tundiyê tedbîrên xurt werbigirin.

Lööf got, "Dem hatiye ku tundiya li dijî jinê bê rawestandin, jin û zarokên bûne hedefa tundiyê bên parastin û ji bo vê tedbîrên xurt bên standin" û anî ziman ku ji bo pêşîgirtina li tundiya mêr a li dijî jinê ew amade ne bi lîderên partiyên siyasî re bicivin.

Lööf bi bîr xist ku di nava 3 hefteyên dawî de li herêmên cuda yên Swêdê 5 jin hatin qetilkirin û diyar kir, tenê sala 2020'î 9 hezar jinan ji polîsan re ragihandine ku tundî li wan hatiye kirin, lê belê hejmara rastî ji vê gelekî zêdetir e.

Lööf bang li her kesî kir ji bo li ber tundiya li dijî jinê rabin û got, "Li dijî yên ku xwişka xwe, hevala xwe, dotmama xwe yan jî hempîşeya xwe dikujin an jî tundiyê li wan dike, divê hûn dengê xwe bilind bikin." Bang li wan jinan jî kir ên ku tundî li wan tê kirin, ku bi rêxistin û saziyên jinan re têkiliyê deynin.

SALANE DERDORA 15 JIN JI ALIYÊ XIZMÊN XWE VE TÊN QETILKIRIN

Li gorî rapora sala 2020'î ya Konseya Pêşîgirtina li Sûcdariyê, di nava 4 salên dawî de salane derdora 15 jin ji aliyê hevser û xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Sala 2018'an 22 jin, sala 2019'an 16 jin, sala derbasbûyî jî 13 jin ji aliyê hevser an jî hevalê xwe yê mêr ve hatin qetilkirin.

Navenda Aramiya Jinê ya Neteweyî (NCK) jî diyar kir ku nêzî nîvê tundiya li jinê hatiye kirin ji polîsan re hatiye ragihandin. Hate ragihandin ku piştî tundî û gefa demdirêj jin tên qetilkirin.

JI SALA 2000'Î Û VIR VE 315 JIN HATIN QETILKIRIN

Wezîrê Karên Hundir Mikael Damberg jî li ser hesabê xwe yê Facebookê nerazîbûn nîşanî zêdebûna tundiya li jinê û qetilkirina 5 jinan a di nava demeke kurt de da. Tundiya ku bi mirinê bi encam bûn bi giranî di nava sûcên giran de nayê dîtin.

Damberg diyar kir ku ji sala 2000'î û vir ve bi giştî 315 jin hatin qetilkirin û 254 zarokên kêmî 18 salî bêdayik man.

Damberg destnîşan kir ku ev komkujî bi ti awayî ji aliyê civaka Swêdê ve nikare bê qebûlkirin û anî ziman ku hikumet di polîtîkaya xwe ya krîmînal de du pirsgirêkên bingehîn ji xwe re dike esas. Damberg diyar kir ku ev yek jî, krîmînalîteya çeteyan û tundiya li dijî jinê ye û got, "Ev herdu jî di heman astê de girîng e." Wezîr diyar kir ku cezayê li sûcên tundiya giran tê birîn hatiye zêdekirin.

Damberg anî ziman ku rojên bê wê tevî Wezîrê Edaletê Morgon Johansson banga civînê li sazî û rêxistinên civakî bikin û tedbîrên li dijî tundiya li jinê nîqaş bikin.