Li dijî şîdet polîsan a li Bûrsayê nerazîbûn hat nîşandan

Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê li Bûrsayê bertek nîşanî êrîş û destgîrkirinên duh li Bûrsayê yên ji aliyê polîsên dewleta Tirk a faşîst da. Platformê daxwaz kir tecrîd demildest bê rakirin û bi Ocalan re danustandin bên destpêkirin.

Platforma Ked, Aştî û Demokrasiyê têkildarî êriş û destgîrkirinên li Bûrsayê di dema Meşa Gemlîkê ku bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED’ê (ME DTUHAD-FED) ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî hat lidarxistin, daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’a Bûrsayê hate dayîn.

 Di civînê de ji destpêkê endamê Meclîsa Partiyê (PM) ya HDP’ê parêzer Cahît Kirkazak axivî û bertek nîşanî astengkirinên polîsan dan. Kirkazak, anî ziman ku ji bo çalakiyên siyasî mecbûr nînin destûrê ji desthilatdariyê bigirin û wiha domand: “Desthilatdarî xetekî li me ferz dike lê em qebûl nakin. Pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê hene û divê bên çareserkirin. Wê perspektîfên me yên ji bo demokrasî, mafên mirovan, tecrîd, aborî, ekolojî û hwd. bidomin. Bi helwesta duh re me dît ku tu kevneşopiyeke vê dewletê nema ye. Rewşekî keyfî hebû. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Piştre jî Nedîm Kirlar ê HDP’î axivî û ev tişt anî ziman: “Em tundiya polîsan şermezar dikin. Protesto, mafekî demokratîk e. Lê tevî vê yekê jî polîsan tundî kir û gelek kes destgîr kirin. Gelek kesên li seranserî welat hatine destgîrkirin hêj di bin çavan de ne. Divê tevek jî bên berdan. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê lê tevahiya gelên Tirkiyeyê tên tecrîdkirin. Em tecrîdê şermezar dikin. Em dixwazin ku tecrîd demildest bê rakirin û bi Ocalan re muzakere bên destpêkirin.”

Herî dawî jî Îbrahîm Dede yê HDK’î axivî û ev tişt anî ziman: “Li gelek deverên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê meş hatin kirin. Gelên me mafên xwe yên demokratîk bi kar anîn lê polîsan êriş kirin. Destgîrkirinên heyî derhiqûqî ne. Ev êriş helwestek e û em vê helwestê rexne dikin.”