Li dijî komplo û tecrîdê çalakî hatin lidarxistin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî komplo û tecrîda Îmraliyê çalakî lidar xistin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfê de hat gotin, "Em dikevin sala 24'an a komploya hovane ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em ê weke her salê di van rojên reş de jî derbeyan li dewleta Tirk a faşîst, qetlîamkar û komploger bidin. Em ê rehetiyê nedin wan. Ev komplo ne tenê li dijî Rêberê me, li dijî tevahî gelê Kurd hatiye kirin. Dema plansaziya vê komployê dikirin, fikirîn ku wê Rêber Apo ji vê dozê dûr bixin. Her çendî di warê fîzîkî de Rêber Apo girtibin jî, dîtin ku gel ji bo pêkanîna xeyalên Rêbertî kedek mezin dan. Li dijî vê dema fêmkirin ku hêza wan têr nake, îcar 24 sal in tecrîda dijmirovî pêk tînin. Êrîşên bi vî rengî me û her kesên ku dilê wan bi vê dozê re heye hîn xurtir dike. Hêzên komplogeran bi dîlgirtina Rêbertî re armanc dikirin ku di nava gelê Kurd de xeyala Kurdistana azad tune bikin. Di vî çarçoveyê de organîzekirina sûîqestê didomînin. Haya me jê heye ku ev sûîqesta ku di mehên borî de li Parîs a Fransayê hat kirin, ji aliyê heman zîhniyetê ve hate kirin. Eşkere tê dîtin ku jinên Kurd ên xwedî li xeyalên Rêber Apo derdikevin, dikin hedef. Ew dizanin û divê ji bîr nekin; ew bi ser neketin û wê bi ser nekevin. Ji bo em bigihêjin xeyala Kurdistana azad, bi xwîna xwe em têdikoşin. Ev têkoşîn wê bi azadiya Kurdistanê bi dawî bibe."

LI POLÎS Û NOTIRVAN HATIN XISTIN

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hate dayîn:

“Di şeva 26’ê Çileyê di saet 01:20’an de yekîneyên me li dijî cihê notirvanên faşîst ên Tirk bi teqemeniyên destan û çekên ferdî çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de notirvanekî faşîst bi giranî birîndar bû. 

Di şeva 27’ê Çileyê di saet 22:35’an de yekîneyên me li Stenbol Yeşîlkoyê li dijî endamên îstîxbarata Tirk ku demeke dirêj e li ser dixebitin, li qada daristana florya li dijî 2 endamên îstîxbaratê bi çekên ferdî çalakî lidarxistin. Di encama çalakiyê de endamekî îstîxbaratê hate kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî dengê çekan gelek polîsên tevgera taybet hatin cihê çalakiyê. Li gel ku qad bi temamî ji aliyê polîsên Tirk ve hat dorpêçkirin jî 2 endamên me yên ku çalakî kirin bi silametî ji qadê vekişiyan. 28’ê Çileyê li Balikesîr-Bandirmayê yekîneyên me 3 wesayîtên luks ên faşîstên AKP’ê şewitandin.

29’ê Çileyê li Aydin-Sokeyê li şaxa marketê mezin ya BÎM’ê ya ku alîgirê AKP’ê ye, bi teqemeniyên destan û molotofkokteylan hate xistin.”