Li Dersimê Seyît Riza hat bîranîn: Serî netewandin ji me re weke mîrate hişt

Seyît Riza û hevrêyên wî di salvegera darvekirina xwe de, li Dersimê hatin bîranîn. Di bîranînê de wiha hate gotin: “Îro roja berxwedanê ye. Seyît Riza serî netewandin ji me re weke mîrate hişt.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, pêşengê berxwedana Dersimê Seyît Riza û hevrêyên wî di sala 85’emîn darvekirina wan de, bi bîr anî. Bîranîn li Qada Seyît Riza hat lidarxistin û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Amedê Îmam Taşçier û Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu, gelek rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr-nivîskar û gel tevlî bîranînê bûn.

‘ROJA BERXWEDANÊ YE’

Serokê Partiya Kedê (EMEP) Ergîn Tekîn daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ku 15’ê Mijdarê ne roja xemgîniyê ye, roja berxwedana seyîdên me ya li dijî tunekirina bîra civakî ye. Tekîn gotina Seyît Riza ya “Ez bi derew û hîleyên we nehesiyam. Ev ji bo min bû derd, min jî li hemberî we çok netewand, bila ev jî ji bo we bibe derd” bi bîr anî û got: “Wateya vê gotinê ji bo me têkoşînkirin û li berxwedan e.”

‘EM Ê KOMARA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Tekîn rexne kir ku çima cemxane wek cihên çandî tên pênasekirin û wiha axivî: ‘’Cilên ku li me fesilandine bi bawerî , perestgeh û gel li me nayên. Bi avakirina komara demokratîk, avakirina siberojê pêkan e. Dawiya dawî wê yên ji bo aştî, xwişk û biratî û demokrasî û azadiyê têdikoşin bi ser bikevin. Bila cihê gorên seyîdên me û aqûbeta keç û kurên me bê eşkerekirin. Arşîvên dewletê bên vekirin. Qetlîama Dersimê ya sala 1938’an bi qanûnî bê naskirin.

‘BANDORA WÊ BERDEWAM E’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, got ku ew ê tu car Seyît Riza ji bîr nekin û wiha axivî: ‘’Vê dewletê hingê bi dadgehên qaşoyî bêyî naskirina huqûq û qanûnan didarizand. Bi şandeyeke tayînkirî dawiya hefteyê biryara bidarvekirinê hat dayîn. Arşîv venebin jî yên ku li girtekên meclîsê kolabin baş pê dizanin. Dadgehên Ewlehiyê jî salên 90’î heman tişt kirin.’’

‘MÎRATEYA WÎ EW E KU SER NETEWAND’

Beştaş destnîşan kir ku mîrateya herî giring ku Seyîd Riza hiştiye ew e ku serî netewandiye û wiha got: ‘’Îro jî tewandina ser li me tê ferzkirin. Dikevin wê hewilê ku ser bi parlamenter, siyasetmedar û girtiyên siyasî bidin tewandin lê bila ji wan re bibe derd; bi mîrateya ji Seyîd Riza ji me re maye em ê li sekina xwe ya bi rûmet dewam bikin.’’

Beştaş îşaret pê kir ku yên biryara bidarvekirinê erê kirine di heman demê de bi deh hezaran Dêrsimî qetil kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘’Gava em daxwaza rûbirûbûnê dikin em wiha dibêjin; Gelek civak li her dera cîhanê bi rabirdûya xwe re rû bi rû bûne, ji bo derketina holê ya heqîqetê gelek mekanîzma hatine avakirin, lê îro hêj jî li Tirkiyeyê navê Dêrsimê nayê qebûlkirin.’’