DBP: Li Dersimê êrîş jî û berxwedan jî didome

DBP'ê kesên ku di qirkirina Dersimê de hatibûne qetilkirin bi bîr anî, bal kişande ser ku êrîşkariya AKP-MHP'ê û berxwedaniya gel jî didome.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkilî salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin li Dersimê jî ku Kurdên Elewî lê dijîn polîtîkayên Komkujiyê dom kirine û 1937'an bi biryara Lijneya Wezîran hewldana komkujiyê ya ku dane destpêkirin 1938'an hatiye biencamkirin. 

DBP'ê got, ''Hate xwestin ku Dersimê bikin 'Tuncelî', li dijî gelê Dersimê ku li dijî van komkujiyan li ber xwe dida îro jî tê xwestin ku polîtîkayên komkujiyê li ser wan were ferzkirin. Berxwedêriya gelê Dersimê ji wê rojê û wir ve didome.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku 4'ê Gulana 1938'an weke Roja Terteleyê were qebûlkirin, arşîv werin vekirin, dewlet bi komkujiyê re hevrû bibe, navê Dersimê lê were vegerandin, ji gelê Dersimê lêborîn were xwestin, lîsteya windayan û zarokên ku ji xwe re kirin zar û zêç were aşkerekirin, her wiha cihe gora Seyîd Riza were aşkerekirin, ji bo ziman û baweriya Dersimê azadî were naskirin û hemû projeyên bendavên Munzurê werin betalkirin