BI DÎMEN

Li Dersimê bendên polîsan bi berxwedanê hatin rûxandin

Berxwedana gel a li dijî desteserkirina şaredariya Dersimê her ku diçe mezin dibe. Bendên bi sedan polîs ji Enqereyê anîbûn, hatin rûxandin.

Piştî desteserkirina şaredariya Dersimê, hejmara kesên li ber şaredariyê kom bibûn, zêde dibe. Bi sedan tîmên tevgera taybet ên ji Enqereyê anîn li ber şaredariyê bend danîn. Bendên polîsan bi berxwedana gel hatin rakirin. Gel bendên polîsan ên hesinî rûxandin û avêtin kêleka rê.

Piştî ku berxwedana gel mezin bû polîsan bi ava şid, gaza îsotê û guleyên plastîk êrîş kirin. Gel li navenda bajêr û kolanan dest bi berxwedanê kir. Li navenda bajêr bi hezaran polîs lê hatine bicihkirin. Gel li kolanan banga “mezinkirina berxwedanê" kir.

Polîsan bi guleyên plastîk, gule, ava şid û bombeyên gazê êrîşî berxwedana gel kirin. Gel li kolanan belav bû û bi danîna bendan bersivê didin êrîşan.

Berxwedana li bajêr her ku diçe mezin dibe.