Li dermanfiroşan derman nemaye

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li sîstema tenduristiyê û sektora dermên kir. Ji ber zema zêde ya li dermên hate kirin û dermanên nayên peydakirin, dermanfiroş bêderman man.

Ji ber bêqîmetbûna lîreyê Tirk, buhayê dermên ji sedî 100-400'î zêde bû. Dermanê gelek nexweşiyên krîtîk nayên peydakirin. Gelek dermanfiroş ji ber ku nikarin dermên peyda bike vala ne. Nexweş jî bêderman dimînin.

Ji ber krîza aboriyê, li sektora dermên dermanên li dijî kanserê, şekir, tansiyon, dermanên êşê yên ji bo zarokan, şirûp û bi sedan cûre dermanên ji derve têne kirîn êdî nayên peydakirin. Ev yek bandoreke neyînî li dermanfiroşan û nexweşan dike.

Dermanfiroş Hakan Tekîn anî ziman ku ji ber sektora dermên bi derve ve girêdayî ye û maliyeta anîna madeyên dermên a ji derve giran bûye, derman nikare bi hêsanî bêne amadekirin. Tekîn ragihand ku şîrketên ku dermên çêdikin jî ji ber maliyeta bilind nikarin derman çêbikin û wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê derman bi destê nexweşan û dermanfiroşan nakeve. Gelek dermanên ku li hemberî nexweşiyên herî krîtîk têne bikaranîn îro li bazarê nîne. Bi giranî dermanên nexweşiyên şekir, tansiyon û kanserê nayên peydakirin. Bi taybetî gelek dermanên ji derve tên êdî nayên Tirkiyeyê."

Tekîn diyar kir ku buhabûna dermanan bandoreke neyînî hem li dermanfiroşan hem jî li nexweşan kiriye û got, "Ji ber zemê buhayê derman gelekî zêde bûye. Welê li mirovan hatiye ku nema dikare derman bikire."

Nexweşa şekir û tansiyonê Hanîfe Aydin jî anî ziman ku ji bo peydakirina dermên ew gelekî zor û zehmetiyan dikişîne. Aydin diyar kir ku ew neçar e her meh van dermanan bikire û got, "Tenduristiya min bi van dermanan ve girêdayî ye. Êdî bi zorê peyda dikim. Ji bo peydakirina dermanekî carna neçar dimînin li hemû dermanfiroşan bigerim. Dermanê ku berê bi 10 TL bû niha bûye 70 yan jî 80 TL'î."