Li Darmstadtê standa azadiya Ocalan hate vekirin

Li bajarê Elmanya Darmstadtê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agadarkirinê hate vekirin.

Ji bo azadiya Ocalan û ji bo rakirina tecrîda girankrî li gelek bajarên Ewropa kampanya tên birêvebirin.

Li gelek bajarn bi çalakiyên cûda Kurdistanî û dostên wan dixwazin balê bikêşin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga bihestiyarbûnê li raya giştî tê kirin.

Li bajarê Elmanya Darmstadtê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Roza û Meclîsa Gelê Kurd a Darmstadtê duh (7’ê Tebaxê) standa agahdarkirinê hatibû vekirin.

Çalakî li Lûîsen Platzê hate destpêkirin û wê heta roja 11’ê Tebaxê her roj dinavbera seat 18:00’an û 20:00’an de vekirî be. Di standa agahdarkirinê de bal tê kişandin li ser tecrîda girankî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û  daxwaza azadiya Ocalan tê kirin.