Li Creîl û Saratovê çalakiyên li dijî dagirkeriyê

Kurdên li derveyî welat tevî dostên xwe çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk didomînin.

Li bajarê Creîlê yê Fransayê, Komîteya Piştevaniya Rojava meş û mîtîngek pêk anî. Tevî Kurdistaniyan endamên MLKP, SKB, şaredarên Fransayî, parlamenter û nûnerên saziyên sivîl ên Fransayê tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de dirûşma "Kujer Erdogan" hate qîrîn. Di mîtîngê de jî daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin. Her wiha dostên Kurdan ên Fransayî jî li qada çalakiyê axivîn.

SARATOV

Li navçeya Dergaçî ya bajarê Saratov ê Rûsyayê jî Kurdistaniyan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

Jinên ku li ber Navenda Çanda Kurd a Dergaçiyê li hev kom bûn daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin û destnîşan kirin, ku êrîşên dewleta Tirk ne tenê li dijî Rojava ye, di heman demê de ji bo têkbirina aştiya tevahiya herêmê ye.

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya raya giştî ya dinyayê hate kirin ku nehêlin Erdogan komkujiyan bike.