Li Colemergê xizmeta tendiristî pir kêm e

Li Colemergê ji ber ku xizmeta tendistiyê pir kêm e, Colemergî ji bo ku tedawî bibin ji bêgavî diçine bajarên din.

Hevserokê Şûbeya SES'ê ya Colemergê Murat Kaya diyar kir ji her branşê doktoran naşînin Colemergê û got divê zêdetir doktorên pispor û personelên tendiristiyê bişînin û her wiha nexweşxaneyeke dî jî were çêkirin.


Li gorî daneyên sala 2020'an bajarê ku rêjeya nifûsa ciwan lê herî zêde Colemerg e. Li Colemergê ku rêjeya zarokên nûza lê herî zêde ye, li serwîsên zayinê û zarokan nexweş bi bi rojan, bi hefiyan ji bo mieyene an jî tedawî bibin nikarin randevû bistînin. Ên ku randevûyê distînin ji ber zêdebûna nexweşxan bi saetan disekini. Ji bilî navend Colemergê li Gever, Şemzînan û Çelê jî doktor û xebatkarên tendiristiyê kêm in. Ji ber têrnekirina nexweşxaneya li navenda Colemergê şêniyên bajêr ji bêgavî diçin bajarên din. Dema ku diçin bajarên din jî nexweş û xizmên wan zor û zehmetiyê dikişînin.

Hevserokê Şûbeya Colemergê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristî û Xizmêtên Sosyal (SES) Murat Kaya diyar kir gelek kêmasî hene. Kayar got divê nexweşxane berfirehtir bin, her wiha divê tesîsên din ên tendiristiyê ji hêla personel, şertên fizîkî û amûrên hewce ve werin dewlemendkirin. Kaya got, ''Ji bo ku xizmet baştir werin kirin divê zêdetir doktorên pispor û xebatkarên tendiristiyê bêne şandin û her wiha divê nexweşxaneya pêvek were xilaskirin.''

Kaya diyar kir ji her branîî doktor li Colemergê nînin û got, ''Doktorên ku tên piştî ku dema xizmeta mecbûrî diqede ji bajêr diçin an jî bi rengekî nelirê îstîfa dikin û diçin bajarên din li nexweşxaneyeke taybet re dixebitin.''

Kaya her wih got serwîsên Zayinê û Zarokan kêm in û diyar kir çareserî ew e ku neweşxaniyeke dî were çêkirin û hewceyî bi Nexweşxaneya Zayinê û Zarokan heye.