Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin!

Li Colemêrgê 30 herêm weke ‘herêmên ewlehiya taybet’ hate îlan kirin.

Walîtiya Colemêrgê li 30 herêmên navend û navçeyên Colemêrgê heta 15 rojan bi hinceta ewlehiyê qedexe ragihand.

Walîtiya Colemêrgê: Li 30 herêmên ku dikevin sînorê navend û navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê ji 20’ê Kanûna 2018’an heta 03’ê Çileya 2019’an weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatiye îlankirin û bêdestûr çûyina hemwelatiyan a ji bo van herêman hatiye qedexekirin.