Li Colemêrg, Amed, Şirnex, Mûş û Dersimê çalakiyên gerîlayan

HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîlayan ên 24 û 25’ê Gulanê daxuyanî da, diyar kir ku di operasyona bi beşdariya bi hezaran leşker, kontra û çerdevnan a li naçeya Pîran a Amedê hate lidarxistin de, li dijî hêzên artêşa Tirk çalakî hatin lidarxistin.

Navena Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîlayan ên di 24-25’ê Gulanê hatine lidarxistin de agahî da.

24’ê Gulanê saet 11:00’an de hêzên me, li dijî leşkerên ku li zozanên Gundê Zavîte yê navçeya Çelê ya Colmêrgê bi cih bûne çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya bi çekên giran û ferdî li leşkeran hate xistin de, 4 leşker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûne. Dîsa heman rojê, hêzêm me di saet 16:45’an de bi çekên giran li wesayîtekî zirxî ya Girê Çeperê Şêxan bi awayekî pir lê xistien. Di vê çalakiyê de wesayîta xirxî hatiye rûxandin, 3 leşker hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Şehîd Bedran Gundikremo hatiye lidarxistin.

LI ŞEMZÎNANÊ LI DIJÎ YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ ÇALAKIYEKÎ DIZÎ HATE LIDARXISTIN

25’ê Gulanê saet 17: 00’an hêzên me li dijî yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk kul i devera Xapûşka a girêdayî herêma Gerdaiya ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê rê kontrol dikirin çalakiyekî veşartî lidar xistine.Di encama lêdana xurt a hêzê me, ji yekîneyên veşartî 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên li ser xeta sînor qad dan ber bombeyan.

24’ê Gulanê saet 10:00’na de li dijî girê dijmin ê li naçeya Elkê ya Şirnexê bi çekên giran û ferdî çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI DIJÎ LEŞKERÊN LI GIRÊ ŞEREFIYE YÊ GABARÊ BI CIH BIBÛN ÇALAKÎ

25’ê Gulanê saet 14:00’an de hêzên me, li dijî leşkerên li Girê Şerefiye yê Herêma Gabar a Botanê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistine. Çepera ku çeka A-4 lê bû û 5 leşker lê kom bibûn, bi çekên giran û ferdî hêzên me çalakiyek li dijî wan pêk anîn. Li vir 4 leşker hatin kuştin û çepera çeka giran a A-4 hate rûxandin.  Her wiha hêzên me bi çekên giran bi awayekî xurt li gir xistine. Ev çalakî li dijî operasyona herêma Kato hatibû lidarxistin pêk hatiye.

LI DIJÎ HÊZÊ OPERASYONÊ JI ÇAR NUKTEYAN VE ÇALAKÎ

21’ê Gulanê li herêma Şehîd Birûs a navçeya Pîran a Amedê bi beşdariya hezaran leşker, kontra û cerdevanan ve operasyonek hate lidarxistin. Artêşa Tirk bi 6 helîkopterên Skosky li herêmên Ziyaret, Pirêjman, Tunegrat, Ûçkûla, Şingirik û Gorsê leşker danîne. Di tevahiya opersyonê de hêzên me; li dijî leşkera ji çar nuqteyan ve çalakî lidar xistine.  Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi desteka helîkopterên Kobra bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê hatiye lidarxistin.

24’ê Gulanê saet 21:00’an de hêzên me li dijî yekîneyekî leşkerên Tirk ên li Girê Şixan ên nêzî Çemê Elîk ê li herêma Apê Mûsa ya girêdayî naçeya Lice ya Amedê bi cih bibûn çakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.

24’ê Gualnê saet 15:015’an de hêzên me, li dijî leşkerên li Girê Markê yê navçeya Lice ya Amedê bi cih bûne çalakiyekî bi sekvaniyê lidar xistine, li vir leşkerk hate kuştin. Her wiha tankek ya benzînê ku diçû gir bi çekên ferdî hatiye lêxistin.

LI DIJÎ WESAYÎTA ZIRXÎ YA AKREP ÇALAKIYA SABOJATJÊ

16’ê Gulanê saet 10:30’na de, li dijî wesayîta zirxî ya Akrep li ser Pira Abdurrahman Paşa a li ser rêya Gimgim-Mûşê çalakiyekî sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de wesayît hate derbkirin, lê têkildarî hêjmara kuştî û birîndarbûna leşkeran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li Gundê Baska yê Gimgimê komek kontra, li ser navê hêzêm me tevger dikin û pere kom dikin û li ser gel zextan didin kirin. Divê gelê me li hemberî van komên kontra hişyar bin.

LI DERSIMÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN LI NÊZÎ QEREQOLÊ BI CIH BIBÛN BI ÇEKÊN GIRAN Û FERDÎ ÇALAKÎ HATE KIRIN

Artêşa Tirk li naçeya Pulur a Dersimê ji bo Qerqola Turnûva xebatên rê diki. 25’ê gulanê saet 13:00’an hêzên me li dijî leşkerên li konteynira kul i nêzî Qereqola Tûrnûva bi cih bibûn bi çekên giran û ferdî çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de jî hêjmara leşkerên hatine kuştin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

24’ê Gulanê, hêzên me li dijî Qereqola Çemê Kurkê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de çepera çeka A-4 hate rûxandin, wesayîtekî zirxî a Akrep jî hate derbkirin. Hêjmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin.

HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk 25’ê Gulanê jî saet 11:40’an herêma Çemço ya Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman kiriye.  26’ê Gulanê saet 00:00’an jî balafirên şer qontar Abdilkofî ya girêdayî Herêma Xaxûrkê jî bomberdûman kirine.