Li Cizîrê serekcerdevan di çalakiya bombeyî de birîndar bû
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serekcerdevanê bi navê Emîn Nergiz di çalakiya bombeyî de birîndar bû.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serekcerdevanê bi navê Emîn Nergiz di çalakiya bombeyî de birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine standin şeva 17'ê Mijdarê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî serekcevan Emîn Nergiz çalakiya bombeyî hate kirin.
Serekcerdevan li taxa Konakê li 'TOKÎ'yê dema ku li wesayita xwe siwar dibe hin kesên nasnameya xwe nediyar bombeya destan davêjinê.
Nergiz ê ku li cihê rûdanê birîndar bûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî teqînê li navçeyê tevgera wesayiyên zirxî çêbû. Kesî çalakî li xwe negirtiye.