Li çiyayê Hemrînê êrîş li pêşmergeyan hate kirin

Li çiyayê Hemrînê, di dema derbasbûna wesayita pêşmergeyan de teqînekê rû da û 4 pêşmerge birîndar bûn.

Li çiyayê Hemrînê yê li Başûrê Kurdistanê, di dema derbasbûna wesayita pêşmergeyan de mayin teqiya û 4 pêşmerge birîndar bûn.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li gundê Tenire yê çiyayê Hemrîn ê li başûrê Kerkûkê, di dema derbasbûna wesayita pêşmergeyan de teqînekê rû da. Ji ber teqînê 4 pêşmerge birîndar bûn.

Ev demeke li çiyayê Hemrînê yê li Kerkûkê, çeteyên DAIŞ'ê di nava liv û tevgerê de ne.

Li ser êrîşê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin.