Li çar bajaran 4 kargeh, depoyek û qemyonek hatin şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku yek jê atolye çar kargeh, depoyek û qemyonek şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku li Konya, Antalya, Bûrsa û Stenbolê gelek dever şewitandine.

Li gorî daxuyaniyê, 13'ê Mijdarê li qada pîşesaziyê ya Konyayê kargeha Atarî ya bermehên petrolê ya kesekî AKP'î, 12'ê Mijdarê li navçeya Serîk a Antalyayê 2 kargehên 2 kesên 'dijminê Kurdan', heman rojê li navçeya Başakşehîr a Stenbolê li Qada Pîşesaziyê ya Eskoopê atolyeya Dokûteks û li navçeya Ataşehîrê jî depoya Han a ser bi Kargoya MNG'ê, 13'ê Mijdarê li navçeya Yildirim a Bûrsayê qemyona kesekî MHP'î hatin şewitandin.