Li Cabel Zawiye gelek leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Li herêma Cabel Zawiye ya li başûrê Idlibê, piştî ku ji nuqteya çavdêriyê ya artêşa Tirk êriş li dijî hêzên rejîma Sûriyeyê hate kirin, herêm ji hewayê hate bombekirin. Tê gotin ku gelek leşker û çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin.

Li Idlibê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin. Hêzên rejîmê jî bi piştgiriya hewayî û bejahî ya Rûsya û Îranê li başûrê Idlibê operasyonên xwe didomîne û gelek herêm kontrol kirin.

Li gorî agahiyan, ji nuqteya çavdêriyê ya artêşa Tirk a li Cebel Zawiye (Çiyayê Zawiye) ya li başûrê Idlibê êriş li dijî hêzên rejîmê hate kirin. Piştî vê êrişê herêm ji hewayê hate bombekirin.

Hate ragihandin ku di encama vê bombardûmanê de gelek leşker û çeteyên Tirk ên li nuqteya çavdêriyê ya Cabel Zawiye hatine kuştin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Idlibê 3 leşkerên wan mirine û îdîa kir ku ji hêzên rejîmê gelek uştî hene û têkoşîna li wir dewam dike.