Li Bûrsayê gel ji bo Meşa Gemlîkê kom dibin

Li Bûrsayê gel ji bo meşa Gemlîkê ya bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya wî wê bê lidarxistin, dest bi kombûnê kirin.

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ya Mezopotamyayê (MED TUHAD-FED) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo meşa ku wê bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" li Bûrsayê dest bi kombûnê kirin.

Ji gelek parêzgehên ku wê li Taxa Arabayatag a navçeya Yildirim a Bûrsayê ku wek Qada Newrozê tê binavkirin li hev bicivin, wê ber bi Gemlîkê ve meşek bê lidarxistin. Polîsên Tirk ên ku beriya meşê noqteyên kontrolê li ketin û derketina gelek bajar û navçeyan danîne, qedexeya walîtiyê weke hincet nîşan dan û diyar kirin ku wê destûr nedin daxuyanî û xwepêşandanan bên kirin.

Polîsên ku Qada Newrozê ya ku wê meş lê destpê bike dorpêç kir, li gelek nuqteyên ku diçin qadê bi pêkanîna Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re hewl didin ketina qadê asteng bikin. Hate hînbûn ku avahiyên HDP'ê yên Bûrsayê jî ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin, ketin û derketina avahiya navçeyê hatiye qedexekirin.

Hat diyarkirin ku li navçeya Gemlîkê ku cihê meşê ye, gelek polîsan avahiya Navçeya HDP’ê dorpêç kirin û deriyê wê kilît kirine. Hat destnîşankirin ku avahiya HDP'ê ya navçeya Înegolê jî ji aliyê gelek polîsan ve hatiye dorpêçkirin û hewl hatiye dayîn ku pêşiya kombûna girseyê ya li ber avahiya navçeyê bigire.

Gel li nêzî Qada Newrozê ya ji bo meşê hatiye diyarkirin dest bi kombûnê kir. Li gel ku ji navçeyên Kestel, Nîlûfer û Gursûyê gelek welatî tên noqteyeke nêzî herêmê û dest bi kombûnê dikin, hewl tê dayîn ku gelê Yalovayê jî nekeve Bûrsayê. Her wiha polîsên ku cihê ku lê kom bûye dorpêç kirine, gefa destgîrkirinê dixwin.

Tevî astengiyê jî gel tên qada kombûnê.