Li ber Parlamenta Saarlandê ji bo Efrînê çalakî hate kirin

Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanayyê dijîn, li ber Parlamenta Eyaletê li hev civiyan û ji bo Efrînê çalakî kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Saarbucken ê Elmanyayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirin û dagirkirina Efrînê didomînin.

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Kurdistanî li ber Parlamenta Eyaleta Saarlandê li hev civiyan û dirûşmên "Pêşî li komkujiyên li Efrînê bigirin", "Terorîst Erdoğan" qîriyan. Kurdistanî bi rayedarên parlamentê re rûniştin û dosya dan wan. Rayedaran gotin ku wê dosyayan ji deverên pêwîst re ragihînin.