Li Rezanê jinek hate kuştin

Li navçeya Rezanê ya Amedê jinek bi êrîşa çekdarî hate kuştin.

Li navçeya Rezanê ya Amedê, hin kes an jî kesan bi ser malekê de girtin, bi êrîşeke çekdarî jinek kuştin.

Li gorî saloxan duh bi şev kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar li Kolana 187’an a Taxa Muradiye ya navçeya Baxlarê ya Amedê bi ser malekê de girtin û bi çekdarî êrîş anîn. Di êrîşa çekdarî de Nûrcan Polat birîndar bû. 

Ekîbên tenduristiyê yên ku hatin cihê bûyerê Polat rakirin nexweşxaneyê lê Polot xilas nebû û mir.